Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Xwepêşandanên Nerazîbûnê Berdewam Dikin


Duhok
Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê ji meha Adarê vir ve mûçeyên karmendan nedaye û ew jî bi berdewamî dibe sedema xwepêşandanên girseyî.

Gelek kes, jiber wernegirtina mehaneyên xwe bi rêka medya civakî nerazîbûnên xwe dîyar dikin û bal dikşînin ku ew di rewşeke dijwar de dijîn.

Li gor ragihandina nûçegîhanê Dengê Amerîka Kawa Omer karbidestên li Duhokê jimareke bizavkar desteser kirine, bi sedema ku wan ji gel xwestiye ku li seranser Herêma Kurdistanê xwepêşandan lir dar bixin.

Serokê Rêxistina Mafê Mirovan ya Herêma Kurdistanê Hemdî Berwarî ragihand ku di wan wan kesên desteserkirî de, bizavkar Bedel Berwarî jî heye ku bi 2 kurên wî re hatiye binçav kirin.

“Hêzên ewlekarîyê tenê jibo ku ew berevanîya mafê xwe û mafê gel dike, binçav kirin û dest danîn ser hemî kompîterên wan yên serçok (laptop) û telefonên destan.”

Wî bi bîr xist ku Berwarî di mehên borî de, jiber beşdarbûna xwepêşandaneke mamoste û karmendan hatibû fesetser kirin ku jibo daxwaza mehaneyên derketibûn kolanan.

Dîsa, mamosteyekî bi navê Segvan Ertuşî ji ji VOA re got ku ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiryarên bi vî awayî bidomîne, xwenîşandan wê berfirehtor bin û ewê kontrola herêmê ji dest bide.

KO_08_19_2020_Bedel_Berwarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG