Di şev û rojekê de 52 bûyerên pêketina korona li Duhokê hatine ragihandin piştî ku ew kes beşdarîya şîvxwarneke şehyanekêi li senterê bajarê Duhokê bûn.
Rêvebirîya Saxlemîya Duhokê dîyar kir ku ev carê ji her carê metrsîdartir e jiber ku di nava welatîyan de ser hildaye.
“Cara yekê 33 kes bûn, lê piştî pişkîninan 19 kesên din dîyar bûn ku ew jî berketîyên tûşbûyên wan 33 kesan in. Ew metirsî berdewam e çimkî pitir ji 800 kesan di karantîkirinê de ne” rêvebirîyê ragihand.
Li gor amarên rêvebirîyê li Duhokê 91 kes hilgirên vîrusê koronayê ne, 21 kes bi temamî baş bûne û 70 kes jî di bin çavdêrîya nojdaran in.