Rewşa COVID-19 li Duhok di zêdebûnê de ye û di nava civakê de bûye cihê metirsîyê.
Wezîrê saxlemî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di dawî seredana xwe ya Duhokê de daxwaz ji nexweşxanên giştê kir ku jibo wergirtina tuşbûyên COVID-19 alîkar bin çimkî Duhok li ser asta herêmê de di rêza yekê de ye.
Berdevkê rêvebirîya saxlemîya Duhokê Hemze M. Alî ji Dengê Amerîka re got ku heta niha 3 tuşbûyên koronayê hebûn û çareser bibûn.
“Ew sê kes careke dî tuşî vîrusa koronayê bûne û rewşa yek ji wan ne baş e.”
Wî da zanîn ku di 24 demjimêrên borî de 230 kesên din wek hilgirên COVID-19 hatine tomar kirin.
“Herwiha 6 kes canê xwe ji dest dane û rewşa 25 nexweşan ne baş e û metirsî li ser jîyana wan heye û 350 nexweş jî bi temamî çareser bûne.”