Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê 386 Pêketinên Nû yên Korona Hatin Tomar Kirin


Bajarê Duhokê
Bajarê Duhokê

Wezareta saxlemî ya Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku li Duhokê 386 pêketîyên nû yên koronayê hatin tomar kirin û hejmara giştî ya nexweşên jêr çareserîyê giheşt 11754 kesan.

Wezareta Perwerde ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dergehên xwendingehan bo mehekê daxistibûn. Rêvebirîya hatin û çûna parêzgeha Duhokê biryar dabû ku hemî şofêr maskê girêdin û ger ew bê rûberk werin girtin, hîngê ewê bi 50 hezar dînarên Îraqî werin cezadan.

Berdevkê rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhokê Hamze Mihemed Alî got ku piştî vebûna dergehên xwendingehan li Duhokê wan hest pê kir ku roj bi roj haletên koronayê li Duhokê di zêdebûnê de bûn.

“Girtina dergehên xwendingehan jibo parastina xwendkar û mamostayan ji COVID-19 pêngaveke baş e. Piştî van biryarên xweparêzîyê kêmbûna tûşbûna koronayê li Duhokê, welatî pirtit pêgîrîyê bi girêdana maskan dikin, bi taybetî şofêrên ew kesên digel sîwarî trombîlê dibin.”

XS
SM
MD
LG