Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûşbûyên Koronayê li Duhokê Kêmtir Dibin


Bajarê Duhokê
Bajarê Duhokê

Di vê hefteyê de li dû amarên rêvebirîya saxlemîya Duhokê tûşbûyên COVID-19 ber bi kêmbûnê diçin ku ew ji cîhê dilxweşîya welatîyan e.

Hemze M.Alî, berdevkê rêvebirîya saxlemîya Duhokê dibêje ku jiber girtina xwendingehan û pêgirîya welatîyan bi rênmayên hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta saxlemîyê hejmara pêketinan kêmtir dibe.

Bi berdewamîya bizavên pêşgirtina COVID-1, Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) bi hevkarîya wezareta saxlemîya herêma Kurdistanê, heweka berhingarbûna koronayê li parêzgeha Duhok ragihand.

Rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhokê ragihand ku di 24 saetan de 207 pêketinên nû yên COVID-19 hatin tomar kirin û 6 kes canên xwe ji dest dan.

Rêvebirîyê dîyar kir ku 430 nexweş jî bi temamî çareser bûn.

SB_11_11_2020_Duhok_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:59 0:00

XS
SM
MD
LG