Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Girtina Xwendingehan Tuşbûnên Korona li Duhokê Kêmtir Dibin


Wezareta Saxlemî ya Herêma Kurdistanê bi hevkarîya Wezareta Perwerdê biryara girtina navendên xwendinê dabû û bi wê biryarê rêjeya tuşbûyên koronayê kêmtir dibe.

Berdevkê wezareta saxlemîya herêma Kurdistanê Aso Hiwêzî got ku piştî ragirtina dewamên xwendingehan rêjeya tuşbûyên koronayê % 32 kêm bûye.

Wî got ku di serê vê mehê dê li ser vekirina dergehên xwendingehan biryarek nû were dayîn.

Berdevkê rêvebirîya saxlemîyê Duhokê Hemze M. Alî jî got ku egerên kêmbûna COVID-19 bo girtina xwendingehan û pêgîriya welatîyan bi rênmayên xweparastinê vedigerîne.

Alî ragihand ku di 24 saetên dawî de li Duhokê 2909 pişkinîn hatine encamdan û ji wan 178 kes bi hilgirên COVID-19 hatin tomar kirin û 2 kes kî canên xwe ji dest dane.

SB_11_20_2020_Duhok_COVID_19
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00

XS
SM
MD
LG