Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Tûşbûyên Korona Dîsa Zêde Dibin


Li ser asta Herêma Kurdistanê parêzgeha Duhok bi tûşbûyên koronayê di rêza yekê tê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandina dawî de got ku di 24 saetan de 1217 kes wek hilgirên koronayê hatine tomar kirin û ji wan 503 ji Duhokê ne.

Hikûmetê herwiha da zanîn ku li Duhokê 5 nexweş canên xwe ji dest dane.

Li ser vê mjarê û vîrusa nû we cudahîya wê digel COVID-19 û bi lez belavbûna wê, Dr. Fazil Omer ji Dengê Amerîka re got ku di van mehên çuyî bi kêmatî li 3 cureyên vîrusê derketine.

“Cureyên Brîtanî, Afrîqî û Amerîkaya Latinî derketine û ew cure heman karîgerî li ser nexweşîyê dikin.”

Rûniştvanê bi navê Ecîb Duhokî xweparastinê jibo kêmkirina rêjeya tûşbûyan li Duhokê wek baştirîn çareserî dibîne.

Jiber bilindbûna rêjeya tûşbûyan li Herêma Kurdistanê, wezareta navxweyî qedexeya hatin û çûnê sînordar kiribû.

Wezaretê dabû zanîn ku jibo 4 rojan ji demjimêr 8’ê şevê ta 6’ê sibê nabe bi ti awayî hatin û çûna peyayan û otomobîlan hebe.

Wezaretê tenê rê bo tîmên saxlemîyê yên hêzên navxweyî û NY û ragihandin û dîplomatan daye û ev biryar îro Pêncşemê ket jîyanê.

SB_04_08_2021_Korona_
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG