Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Sala Nû de Rewşa Korona li Duhokê Baştir Dibe


Rewşa COVID-19 di van çend rojên sala 2021ê de bi rengekî giştî roj bi roj baştir dibe û tûşbûyên koronayê kêmtir dibin.

Dîsa, rêjeya nexweşên ku qenc dibin bilindtir dibe û rêjeya mirinê jî kêm dibe.

Rêvebirîya Saxlemî ya Duhokê ji welatîyan xwest ku bi berdewamî xwe biparêzin û maskan li cîhên giştî bi kar bînin da ku COVID-19 di bin kontrolê de be.

Hemze M. Alî, ji rêvebirîya saxlemîyê ji Dengê Amerîka re got ku digel destpêka sala nû rêjeya tûşbûyan kêm dibe.

”Rojane 50- 100 kesan tên tomar kirin û beramber vê jî rêjeya başbûyan rojane dihiheje 300 kesan û rêjeya mirinê gelek kêm bûye.”

Alî da zanîn ku di 24 saetên dawîyê de 974 pişkinîn hatine encamdan, 50 pêketinên nûn hatin tomar kirin û 380 nexweş bi temamî çareser bûn.

“Di roja dawîyê de 2 kes canên xwe ji dest dan û heta niha li parêzgeha Duhokê bi giştî 686 kes jiber COVID-19 mirin.”

XS
SM
MD
LG