Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona li Duhokê Belavtir Dibe, Îro jî 60 Kesên Din bi Vîrusê Ketin


Rêvebiriya Saxlemî ya Duhokê îro Sêşemê ragihand ku 60 kesên din bi vîrusa korona ketine.

Rêvebirîyê da zanîn ku li qeza Zaxo jî jineke 63 salî jiber koronayê canê xwe ji dest daye.

Dr. Muyed Axalî, berprsê nexoşxaneyên koronayê li Duhokê, di malpera taybet ya rêvebirîya saxlemîyê de dîyar kir ku rewş ber bi metirsîyê diçe.

Wî da zanîn ku rewşa 13 kesên ku nexweşîyên demdirêj yên wek şekir, dil û qelewî hene, xirab e.

Bi alîyekî din ve, jora operasyonan li Duhokê biryar da ku çayxane û kafe û şûnên ciwankari û holên sporê û lîstinên şevan werin girtin û û xaringeh ji tenê dê bi seferî xwarinê bifiroşin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00


XS
SM
MD
LG