Tevî ku hejmara serîlederên pasaportan li Duhokê, bi hatine gelek awareyan du car pirtir bûne, Rêvebirîya Pasaportê karekî serketî didomîne.
Berpirsê ofîsa pasaportê Seîd Îsmaîl dibêje ku tevî zêdebûna barên wan, ofîsa wan di warê hejmar û xizmetdayînê de, li seranser Îraqê ofîsa herî serketî derketiye.
"Me di sala 2018'an de 123,080 pasaport dane. Em bi xizmetkirina hemwelatîyan û serketina ofîsa xwe serbilind in," Îsmaîl got.