Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Girtîyên Bûyerên Şeladize bi Xala 156an ya Qanûna Îraqê Tên Dadgeh Kirin


18 kesên ku li ser bûyerên Şêladizê hêşta li zindana Duhokê ne. Parêzêrên xwebexş di preskonferansekê de ragihand ku 13 kes ji wan dê li dadgeha Amedîyê werin dadgeh kirin jiber ku xelkê wê deverê ne û 5 kesên din dê li Duhokê werin darizandin.

Parêzeran dîyar kir ku hinek ji girtîyan bi xala 156 ya qanûna Îraqî hatine tohmetbar kirin û ew jî cezayeke qurs e.

Parêzeran herwiha da zanîn ku her girtîyekî dozeke taybet vekiriye û ew dixwazin didevanên girtîyan hebin û tawanên dijî wan kesan werin guhertin.

Qanûna parlamana Kurdistanê ya jimare 11 ku di sala 2010’an de hatibû pejirandin, maf dide ku xwenîşandan werin kirin, ger metirsî li ser ewlehîya netewî nebe. Lê, ta niha ew yasa bi rengeke dirust nehatiye cîh kirin.

SB_02_12_2019_Şeledize
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG