Revebirê giştî yê elektrîka Duhokê endazyar Kemal Mihemed Salih di preskonferansekê de behsa rewşa elektrîka Duhokê û sîstema nû ya kara zîrek anku smart kart kir.
Salih ragihand ku li Duhokê ji meha Adarê vir ve dest bi vî sistemî hatiye kirin û dê di meha Tebaxê de bi fermî destpê bike.
“Sîstema nû jibo hindê ye ku rewşa elektrîkê ber bi başî ve here û hemwelatî li dû pêdivîya xwe elektrîkê wergirin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku niha li Duhokê 10-11- demjimêrên elektrîka niştimanî bo hewwelatîyan heye.