Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Tûşbûnên Korona Kêmtir Dibin, Xwendingeh Dê Meheke Din Girtî Bin


Civata bilind ya berhingarîya koronayê li herêma Kurdistanê biryar da ku xwendingeh meheke din girtî bimînin.

Ev biryar bûye cîhê nerazîbûna rêvebirê Yekîtîya Mamostayan Cemîl Mihemed ku dibêje di qonaxên seretayî de zehmet e ku zarok bikarin xwe biparêzin.

“Lê ji qonaxa heftan pê ve zarok dikarin xwe biparêzin. Asta xwendinê ber bi lawazîyê diçe û bi xwendina elektronîk hemî malbat nikarin pêdivîyên zaroyên xwe yên wek wek înternet û kompîter dabîn bikin.”

Mamosta Arî Berwarî dixwaze ku dergehên xwendingehan vebin çimkî asta xwendinê li def xwendkaran lawaz bûye.

Karbidest bal dikşînin ku bi girtina xwendingehan rêjeya tûşbûyên COVID-19 li ser asta Herêma Kurdistanê ber bi kêmbûnê ve diçe.

SB_12_02_2020_Xwendin_COVID
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG