Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahiyên Nû Derbarê Doza Gulîstan Doku


xwendekara Kurd Gulistan Doku ji sala par heta niha winda ye
xwendekara Kurd Gulistan Doku ji sala par heta niha winda ye

Di lêpirsîna Gulistan Doku de serdozgerê Dersîmê (Tuncelî) ji 81 dozgerên bajaran xwest zanyarîyên li ser meytên jinan ku di nav du salan de hatine dîtin bi wan re parvebikin.

Evuqatê malbata Doku, Ali Çimen da zanîn ku bi daxwaza serdozgerê berê lêpirsina Gulistan hate guhertin û dozgerê nû bi gumana Gulistan hatibe kuştin dixwaze lêpirsinê berfireh bike.

Xwendekara Winda Gulistan Doku
Xwendekara Winda Gulistan Doku

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku 604 roj bere li Dersimê wunda bû. Lêpirsîn ku destpêkir li ser gumana ku Gulîstan xwe kuştibe dewam dikir. Ji bo dîtina paşmayên termê Gulistan 300 rojan li Çemê Munzurê lêgeriyan pêkhat, lê tiştek derbarê term yan paşmayên Gulistan nehat dîtin.

Ji roja pêşin de malbata Gulistan bawer û îdia dike ku tilîya hevalê Gulistan Z.A di wundabûna wê de heye lê heta niha belgeyek zelal li ser îdîaya malbatê nehat dîtin.

Avukat Ali Çimen da zanîn zirbavê destgiriyê Gulistan polîs bû û ew zilam bi zanebûn xwest baweriyek bide çêkirin ku Gulistan xwe kuştîye wî got, ''Jiber ku ew gumanbar xwest belgeyek sexte têxe nav dosyeya Gulistan jikar hat avêtin.''

Avuqat Çîmen got, ''Li ser dexwaza Serdozgerê Dêrsîmê divê Z.A û zirbavê wî yê polîsê berê derbarê windabûna Gulistan îfade bidin.

30ê Tebaxê Roja Navnetewî ya Windayan e. Sezgîn Tanrikulu li ser wundayan raporek amade kir ku navê Gulistan di nav rapora wî de jî derbas dibe, ''Netewên Yekbûyî di sala 2006an de li dijî windakirinên di binçavkirinê de peymana navnetewî ji îmzeya dewletan re vekir lê Tirkiye ev peymanê îmze nekir. Di salên 90î de taybet li bajarên Kurdan bi hezaran kesên ku di operasyonên tekoşîna li dijî terorê de, hatin desteserkirin tu agahî ji wan nehatin girtin.''

Li gorî daneyên Navenda Hafizayê ji sala 1980 heta roja îro bi giştî 1350 kes piştî hatine desteserkirin winda bûne.

Tenê 1040 kes di navbera salên 1993 heta 96an winda bûne.

Raporta Amed/Diyarbekirê 30 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00

XS
SM
MD
LG