SANA, ku ajansa fermî ya Sûrîyê ye, ragihand ku çekdarên Feylak el Rehman ji Duma ya Gutaya Rojhilat derketine.
Li gor nûçeya SANA’yê, çekdarên Feylak el Rehman bi otobusên ku ji alîyê hikûmete Sûrîye ve hatine şandin çûn Îdlib ya di bin kontrola serhildayan de ye.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar ku bo derketina ji Duma 1300 serhilda, bizavkar û sîvîlan xwe qeyd kiriye.
Duma yek ji navendên serhildayan û ji 2011’an vir ve cara yekê ye serhilda ji wê hêrêmê derdikevin.
Hikûmeta Sûrîyê, di salên pêşî yên şerê navxweyî de Gutaya Rojilat dorpêç kiribû ku û bi awayekî mezin rê li ber alîkarîya derman û xwarinê bo wê herêmê girtibû.
Kanala dewleta Sûrîyê ragihand ku Ceyşul Îslamê, ku li Duma koma serhilda ya herî mezin e, bo derketina ji herêmê bi hikûmetê re li hev kiriye.
AP’ê dîyar kir ku çekdarên Ceyşul Îslam dê derbazî Cerablusê bibin. Serhildayan nûçeyên derbarê lihevkirina bi rejîmê re hîn piştrast nekirine.