Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Dunford ligel Mesûd Barzanî Civîya


General Joseph Dunford ligel Serokê Herêmê Barzanî kom bû
General Joseph Dunford ligel Serokê Herêmê Barzanî kom bû

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Joseph Dunford îro Sêşemê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civî ku derbarê şerê dijî DAIŞ'ê agahîyan wergire.

General Dunford got, tevî ku nebûye dmeke dirêj ku dest bi kar kiriye, wî xwest were herêmê û rewşa heyî li erdê bibîne.

Dunford ji Barzanî re got ku Amerîka û Kurdan “dijminekî hevbeş” heye.

Serokê Herêmê Barzanî got, şerê dijî terorîstan, şerekî pîroz e jiber ku ew dijî neyarekî herî hovane yê dijî mirovahîyê şer dikin.

“Tevî ku em ji serkeftina dijî DAIŞê bê guman in, hîn astengîyên girîng li pêş Herêma Kurdistanê, Îraqê û tevahîya civaka navnetewî hene,” Barzanî dîyar kir.

Pêşmergeyên Kurd li bakurê Îraqê dijî DAIŞê bi piştgirîya êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîkî hin serkeftin dest dixin.

XS
SM
MD
LG