Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dunford: Amerîka û Koreya Başûr bo Sîstema Berevanîyê Dixebitin


Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîka, General Joe Dunford û wezîrê Berevanî yê Koreya Başûrî Song Young-moo
Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîka, General Joe Dunford û wezîrê Berevanî yê Koreya Başûrî Song Young-moo

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîka, General Joe Dunford dibêje ku Dewletên Yekbûyî û hevalbenda wê, Koreya Başûr li ser jimareke kêşeyên teknîkî dixebitin, berî ku sîstemeke berevanî li nîvgirava Koreyî were cîh kirin.

Dunford dibêje ku karê amadekarî didome ku sîstema parastinê ya bi navê Terminal High-Altitude Area Defense (THAAD) bi tevahî li herêmê were cîh kirin.

Dunford û Serokê Koreya Başûrî ji nûçegîhanan re li ser alozîya heyî li herêmê agahî dan, lê dema cîhanîna sîstema THAAD eşkere nekirin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Jim Mattis û Wezîrê Derve Rex Tillerson îro di nivîsareke hevbeş de, ku di rojnameya Wall Street Journal de hate weşandin, bo sîstema THAAD pesna hikûmeta nû ya Koreya Başûrî dan.

THAAD dikare muşekên balîstîk yên ji kurtavêj bigire heta yên dûravêj bîne xwarê.

Du ji şes destpêkerên muşekên aniha di xebatê de ne û Serok Moon, piştî ceribandina balîstîk ya navparzemînî ya Koreya Bakur, bo xebitandina çarên mayîn jî fermana şêwiran da.

Fermandarê herî blind yê Amerîkî li Koreya Başûr, General Vincent Brooks jî got ku amadekirin û xebitandina destpêkerên dawî wê demeke dirêj negire.

Amerîka vê sîstemê jibo parastina 28,000 leşkerên xwe û 660,000 leşkerên Koreya Başûrî pir krîtîk dibîne ku li hember êrîşeke Koreya Bakurî, bikaribe şerê wî welatî bike.

XS
SM
MD
LG