Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DW Dibêje Talîbanê Êrîşî Malbata Rojnamevanekî Wê Kiriye


Kanala Almanî Deutsche Welle (DW) îro Înê ragihand ku çekdarên Talîbanê ku li rojnamevanekî wê digerîyan, yek ji malbata wî kuştine û yekî din jî bi giranî birîndar kirine.

Deutsche Welle da zanîn ku Talîbanê li ser malên sê rojnamevanên wê yên din jî operasyonek kiriye.

Berpirsê Giştî yê DW Peter Limbourg got ku kuştina xizmekî yek ji edîtorên wan ji hêla Talîbanê ve pir trajîk e û nîşane ye ku hemî xebatkar û malbatên wan li Afganistanê di xeterîyê de ne.

Limbourg bang li hikûmeta Almanî kir ku jibo derxistina wan kesan alîkarîya wan bike.

Limbourg da zanîn ku Talîbanê mal bi mal gerîyaye ku wî rojnamevanî bibîne, lê ew hevkarê wan niha li Almanya dixebite.

Derbarê wê nûçeyê de heta niha ti daxuyanî ji hêla Talîbanê ve nehatiye dayîn.

Limbourg da zanîn ku hin raport hene ku Talîban destûr nade rojnamevanên jin ku derkevin televîzyonê û ew jibo siberoja ne zelal xembar e jiber ku Talîbanê hîn rêzikên xwe yên bo rojnamevanên jin eşkere nekiriye.

Rêvebira tora Ariana ya Afganî, Xushal Asefî got ku Talîbanê garantî daye wan ku ew di ewlehîyê de ne.

Hin rojnamevanên Afganî jî radigihînin ku ji dema kontrola Talîbanê ya ser Kabulê vir ve, ew dibin armanca lêdanê û malên wan tên êrîş kirin.

XS
SM
MD
LG