Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Hember Sûrîyê Toleyên Nû Radigihîne


Rêvebirîya Trump, wek beşeke şerê dijî hikûmeta Sûrî, îro dê toleyên nû li hember Sûrîyê û piştevanên wê re ragihîne.

Sê karbidestên Amerîkî ku newext navê wan eşkere be, ji AP re got ku biryara nû wek beşekê hewlên berfirehtir yên dijî piştevanên Serokê Sûrî Beşar Esad e nema bikarin alîkarîya diravî ji wî û hikûmeta wî re bikin.

Rêvebirîya Amerîka, Esad bi êrîşa kîmyayî ya dijî sîvîlan sûcdar dike û loma jî meha borî bi roketan êrîş biribû ser bingeheke leşkerî ya wî welatî.

Yek ji karbidestên Amerîkî got ku toleyên nû dê bi giranî kargehên avakirina sîlahan biked armanc ku gazên kîmyayî tê de têne çêkirin.

Trump du hefte berê Esad wek “îblîsane” bi nav kiribû û gotibû ku karanîna wî ya çekên kîmyayî hemî sînoran derbaz kirine.

XS
SM
MD
LG