Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Firotina Çekan ji Îraqê re Dipejirîne ku Bo Pêşmegeyan Werin Şandin


Hêzên pêşmerge li Mûsilê
Hêzên pêşmerge li Mûsilê

Wezareta Derve ya Amerîka îro Pêncşemê firotina çekan ji hikûmeta Îraqê re erê dike ku ji hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re werin şandin.

Wezareta Derve di daxuyanîya xwe de dibêje ku ew biryar dê alîkarîya berjewendîyên Amerîkî yên li herêmê bike.

Ger Kongres vê biryarê erê bike, çekên bi buhayê nêzîkî 295.6 mîlyon dolar wê bi rêka Bexda wê bigiheje hêzên pêşmergeyan.

Jimareke qanûndanêrên Amerîkî pesna Kurdên Îraqê dabûn ku li dijî DAIŞ’ê şerekî karîger dikin û divê piştgirî ji wan re were dayîn.

Karbidestên Herêma Kurdistanê ew çek, ku ji tiving, sîlahên otomatîk, wesayîtên zîrxîn û alavên din yên piştgir pêk tên, daxwaz kiribûn ku di qada şer de bi kar bînin.

Dîsa, sîstemên topavêj yên howitzer M119A2 105mm, perçeyên yedek û alavên hînkirinê jî ji Îraqê re bêne firotin.

XS
SM
MD
LG