Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gunay: Divê Tirkîye Biryara Dadgeha Ewrupî ya Berdana Demîrtaş Cîh Bîne


Ebru Gunay

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di preskonferansa heftane de bûyerên Zanîngeha Bogazîçi û mijarên wek kiryarên qayuman, kuştina 3 jinên Kurd li Parîsê, tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî nirxandin.

Demeke dirêj e ku Ocalan bi parêzvan û malbata xwe re nikare ku hevdîtinan çêke. Gunay got ku ew tecrîda ser Ocalan qebûl nakin û niha ew tecrîd li hemû girtingehan jî belav bûye.

Li Parîsê sê sîyasetvanên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez di 9’ê Sîbata 2013’an de bi êrîşeke çekdarî hatibûn kuştin.

Berdeveka HDP’ê ew êrîş careke din şermezar kir.

“Ser kuştina Sakîne, Fîdan û Leyla 8 sal borî. Ev komkujî berî her tiştî li ser vîna Kurdan û ser aştîxwazan êrîş e. Heta niha gelek dewlet xwest ku ser vê bûyerê bigirin, em wê helwestê jî şermezar dikin.”

Dadgaha Mafên Mirovan ya Ewrupî derheqê Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê dabû. Dasthilatîya Tirkîyê jî ev biryar heta niha bi cî nekiriye.

“Divê ew biryara dadgehê ji alîyê Tirkîyê ve were cîhanîn. Nenaskirina wê biryarê hem ser demokrasîyê û hem jî li ser Tirkîyê darbe ye.”

XS
SM
MD
LG