Berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku li gor encamên nefermî di hilbijartinan de serketî bû, îro preskonferansek li dar xist û pêşketinên dawî yên derbarê jimartina dengan agahî dan.
Îmamoglu got ku tevî ewqas jinûve jimartinan, ew hîn bi ferqeke mezin li pêş e û divê partîya desthilatdar serketina wî qebûl bike.
“Min ev hilbijartin qezenc kir û divê êdî derfet ji min re were dayîn ku ez dest bi xizmetê gelê Stenbolê bikim. Herkes baş dizane ku me hibijartin bir û bi dirêjkirina peyvajoya jinûve jimartinê zarar li nav û dengê Tirkîyê tê dayîn.”
Îmamoglu bi berdewamî got ku dubarekirina hilbijartinan bi ti awayî ne di rojeva wan de ye jiber ku bê guman e ku wî di hilbijartinê de berbijarê yekê derketiye.
AKP'ê li ser encamên nefermî yên Setnbolê daxwaza pêdeçûnê kiribû û dengên jimareke bajarokan jinûve hatibûn jimartin.