Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Katircioglu: Aborîya Tirkîyê Ber bi Felaketê Ve Diçe


Pandemîya vîrusa korona li ser pîyasayên cîhanê û bi taybetî jî li ser bazarên Tirkîyê bandorên xirab çêdike.

Piştî ku şîrketên bazirganî şîroveyên karbidestekî Banka Navendî wek veşartina kêmbûna rezervên Tirkîyê nirxandin jî, bû sedema ketina nirxê lîraya Tirkî.

Nirxê lîraya li hember dolar cara yekan e evqas ket xwar. Yek dolar 7.27 lîraya Tirkî ye û yek euro jî 7.81 lîra ye.

Gelo sedemên bilindbûna dolar û euro li hember lîraya Tirkî çi ne û ketina nirxê lîraya Tirkî wê bandorên çawa li ser aborîya Tirkîyê bike?

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê û aborîzan Profesor Erol Katircioglu dibêje ku rewşa aborîya Tirkîyê ne baş e.

‘’Ez bawer dikim ku aborîya Tirkîyê ber bi felaketekê ve diçe. Tirkîyê li gor nirxê daneyên CDS ji 600’î zêde bûye. Li ti welatekî din evqas ne bilind e. Ev jî li gor sermayeya navnetewî dide nîşan ku aborîya Tirkîyê bi awayekî lezgîn ber bi xetereyê ve diçe.’’

Katircioglu gotina hikûmeta Tirkîyê rexne kir ku dibêje sedema bilindbûna dolarê ya hember lîraya Tirkî hin şîrketên li Londonê ne.

‘’Jixwe ev demek e dirêje aborîya Tirkîyê ne baş e. Bi vîrusa korona jî bêkarî zêde bû, wê zêdetir jî be û hilberandina berheman jî ket. Eger tiştekî wiha heye, pêwîst e ku hikûmet tedbîr bistandina. ‘’

Katircioglu bi berdewamî got ku jibo başbûna aborîya Tirkîyê divê hîn gav werin avêtin.

‘’Revebirîyeke antîdemokratîk û îstîsmarkirina hiqûqê berbiçav xuya dike. Di rewşeke wiha de sermayedar naxwazin diravên xwe bînin Tirkîyê. Pewîst e Tirkîyê wegere ser demokrasîyê.’’

Wî dîyar kir ku hikûmet di dema pandemîya vîrusa korona de jî li gor aborîyê gavan davêje.

‘’Jiber ku hikûmet jî rewşa aborîya Tirkîyê dibîne, di qedexeya derketina derve de îzolasyoneke nerm bi rê ve dibe. Dîsa jiber ku divê hilberandin werin kirin, hikûmet bi vê yekê hêvî dike da ku piştî vîrusa korona zorîyên ser aborîya Tirkîyê kêm bike. Lê tiştê xuya dike aborî ji kontrolê derketiye.’’

Li alîyê din, Katircioglu jibo budçeya hikûmeta jî got ku wan wek HDPê ji hikûmetê xwest ku budçeyeke nû were çêkirin.

‘’Jiber ku budçeya îsal zêdetir li ser parastin û ewlehîya Tirkîyê hat belav kirin, wiha aborî baş nabe. ‘’

Aborîzanê navdar dibêje ku 175 mîlyar dolar deynê sektora taybet li Tirkîyê heye û herçiqas deynê dewletê bi xwe kêm xuya bike jî, barê sektora taybet jî li ser milê dewletê ye.

Hêjayî birxistinê ye ku herî dawî li Tirkîyê di Tebaxa 2018’an de nirxê lîraya Tirkî evqas ketîbû û yek dolar bibû 7.24 lîraya Tirkî.

MEB_08_04_2020_Katircioglu_Ketina_Nirxê_Lîra
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG