Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Erdhejekê de li Îranê 2 Kes Têne Kuştin


Wêne ji Erdhejeke Berê ye
Wêne ji Erdhejeke Berê ye

Erdhejeke pile 6.0 li rojavayê Îranê dixe û di encamê de herî kêm 2 kes jiyana xwe jidest didin û bêhtirî 250 kesên din jî birîndar dibin.

Erdhej û sê lerizînên piştre, li parêzgeha Kermanşah sibeha Yekşemê qewimîn.

Berpirsan got mêrekî 70 salî û jineke ducan bûne qurbanî.

Navenda erdhejê bajarên nêzîkî herêmên çiyayî bûn, di navbera Îran û Îraqê de bi kûraniya 10 kîlometir.

Raportên medyayî dibêjin xelkê Berxdayê hest bi erdhejê kir ku bêhtirî 300 kîlometir dûrî sînorên Îranê ye.

Meha Çirya paşîn a sala borî erdhejeka pile 7.3 li Kermanşah rûda û di encamê de 530 kes hatin kuştin û hezaran kes birîndar bûn.

Di sala 2003an de erdhejeka pile 6.6 li bajarê Bam qewimî û 26 hezar kesan jiyana xwe jidest dan.

XS
SM
MD
LG