Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirîyên Erdhejên li Tirkîyê Giheşt Dora 6 Hezar Kesan


Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay ragihand ku hejmara mirîyên erdheja navend li Mereş rabûye 5,894’an.

Oktay dîyar kir ku hejmara birîndaran jî 34,810 e.

Li gor ragihandina Oktay, li Mereş û li bajarên din yên erdhejê bandor lê kiriye 5,775 avahî hilweşîne.

Ew dide zanîn ku bi qasî 8,000 kes ji bin kavilên erdhejan bi saxî hatine derxistin.

Cîgirê Serok dîyar kir ku ew bi taybetî bo Semsur, Hatay û Mereşê hewil didin ku tîmên xwe di esmên re bişînin wan bajaran.

Oktay got ku heta ku xwe digihînin kesê herî dawî yê li bin kavilan ewê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bidomînin.

Kerem kin nûçeyên dawî ji bloga me ya zindî bişopînin: https://www.dengeamerika.com/a/6950067.html

XS
SM
MD
LG