Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebadî Bang li Parlemantaran Dike ku Cudabîrêyên Heyî Deynin Alîyekî


Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî îro Duşemê bang li grubên parlemanê kir ku cudabîrîyên xwe deynin alîyekî û karê xwe pêk bînin.

Ebadî geşbînîya xwe dîyar kir ku wê hikûmeta wî ya nû di çend rojên pêş de were pejirandin.

Ew çend hefte ne Îraq rûbirêyê krîzeke sîyasî ye û xwepêşandanên girseyî li dijî Ebadî berdewam dikin.

Hikûmeta niha bi piranî ji nûnerên partî û komên sîyasî pêk tê û Ebasî ji xwe re kiriye armanc ku hikûmeta nû ji kesên pispor ava bike.

Hember biryara Ebadî ya hikûmeteke nû ya teknokratan, partîyên opozîsyonê nerazîbûna xwe nîşan didin û dixwazin nûneran wan di kabnînê de hebin.

Hem Amerîka, hem jî Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku kêşeya sîyasî li Îraqê dikare şerê dijî DAIŞ'ê asteng bike.

XS
SM
MD
LG