Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebas Ehmed: Bê Welatî Xerîbîya Herî Mezin E


Hunermend mîna filter e, her tiştî ji derdora xwe werdigire û bi awayekî nû difarîne, ji ber wê jî hunermend çavê civakê yê zelal in.

Hunermend Ebas Ehmed yek ji wan hunermendê kurda ye, ku bi kêlîkan re bi civata xwe ve girêdayî ye, tevî ku ew ji 20 salan zêdetir li Elmaniya dijî, lê belê ew xwe dide naskirin wekû lawê Tirbe-Sipiyê.

Ebas Ehmed di sala 1969'an de li gundê şelhomiye -Tirbe Sipiyê ya bi ser Qamişlo ve ye ji dayik bûye.

Ji zaroktiya xwe ve hînî mûzîkê bûye û lêdana Tembûrê .

Di 1990î de dest bi xebatên xwe yên muzîkê kiriye, li Qamişlo û Helebê.

Di navbera salên 1990'î û 1996'an de pênc albûmên xwe belav kirye.

Di 1996'an de koçberî Elmanyayê bû û ta roja îro li wir dijî.

Ebas bi bûyerên Kurdistanê ve girêdayî ye, û çi li welêt dibe , bandorê li hunar wî dike, ku kilîpa wî ya dawî bi navê Efrîn bû.

Bi şêwaza xwe ya nûjen û dengê xwe yê gerim û stûr karîbû derbasî dilê keç û xortên kurdistanê bibe, û şêwazên nûjen derbasî sitrana kurdî bike.

Berhemên wî:

Keça Delal (1996)

Deynek (1997)

Barana Tirsê (2000)

Mêvana Xewnê (2003)

Bi Tenê (2007)

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:56 0:00

XS
SM
MD
LG