Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) dibêje,vîrusa Ebola heta ku bi dawî were, dikare pirtir jî 20.000 kesan li seranser Efrîqaya Rojava bikuje.
WHO ew pêşbînîyên xwe îro Pêncşemê parve kir, di heman demê de ku dest bi kempyneke şerê dijî wê nexweşîyê dike ku mesrefa wê 490 mîlyon dolar e.
Rêvebirên WHO bi hêvî ne ku ew kempeyn rê li ber vîrusa Ebola bigire ku heta niha 1550 kes jiber wê vîrusê hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye, piranîya mirên girêdayî Ebola li Lîberya, Sierra Leone Gine qewimîne.