Serokê Amerîka Barack Obama karbidestekî Qesra Spî wek "çar" anku berpirsê serekî ji belavbûna vîrusa Ebola destnîşan kir ku hewlên kontrolkirina vîrusa kujêr birêve bibe.
Qesra Spî îro Înê ragihand ku alîkarê berê yê du cîgirên serok Ron Klain wê posta nû dagire.
Serok Obama do Pêncşemê îşaret dabû ku reng ew yekî bi kêşeya Ebola wek berpirs destnîşan bike.
Hevdem, Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) îro Înê ragihand ku li Senegalê xeterîya belavbûna Ebola tuneye.