Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raisî di Hilbijartinên Îranê de Dengên Herî Zêde Bidest Dixe Û Putin Pîrozbahiya Wî Dike


Serokê Berbijar yê Îranê Ebrahim Raisi
Serokê Berbijar yê Îranê Ebrahim Raisi

Ajansa Reuters radigehîne ku roja Şemiyê serokê Rûsya Vladimir Putin pîrozbahiya dadgerê serkeftî di hilbijartinên Îranê de Ebrahim Raisi kirî ye, ev yek ji aliyê Ajnasa RIA ji zarê berpirsê ragihandinê yê balyozxaneya Rûsya li Tehran hatiye ragihandin.

Putin hêviyên xwe anîne ziman ku dê "Pêşekeftinên zêdetir di hevalbendiya du alî de" pêk bên.

Li aliyek din, ajansa Dengûbasên Îranê IRNA ragihand ku serokê saziya hilbijartinan li Îranê Şemiyê ragihand ku ji koma 28 mîlyon 600 hezar denagan Ebrahim Raisi 17 mîlyon û 800 hezar dengan li pêşe, di sêzdehemîn gera hilbiajrtinên serokomariya Îranê de.

Jemal Urfî gotiye, jiber ku hêjî encamên dawî yên hilbijartinan nehatine ragihandin û deng hejmartin tên dom kirin, lê heta niha Ebrahim Raisi 17 mîlyon û 800 deng standîne, Muhsîn Rezayî 3 mîyon û 300 hezar deng standine, Abdulnasir Hîmetî zêdetir ji 2 mîlyon û 400 hezar deng anîne, herwiha berbijêr Emîr Husên Qazîzade Haşmî nêzî yek mîlyon deng bidest xistine.

Urfî got, her dema ku deng hejmartin bidawî bûn, wezîrê karê hundurîn dê encaman ragihîne.

Hilbijartinên Îranê
Hilbijartinên Îranê

Ti statîstîkên fermî nehatine weşandin derbarê hejmara giştî ya dengderan di hilbijartinên serokatiya Îranê de ku roja Înê hatin encamdan û dema dengdanê heta demjimêr 2 serê sibeya roja Şemiyê hatbûn dirêj kirin.

Lo gorî mediya Îranê, berbijêrên din sernekeftina xwe ya di hilbijartinan de li hember Ebrahim Raisi ragihandîne. Raisî 60 salîye û serokê saziya dadweriyê ye. Pispor dibêjin, karên wî yên ku dest di binpêkirina mafên mirov de heye dê bibe sedem ku serokekî pirr kêşe be bi welatên rojavayî re.

Behmen Talîbilo şarezayê pirsên Îranê di rêxistina Bergirîya ji Demokrasiyê bi rêya skype gotiye Dengê Amerîka "Mixabin ku kesê herî navdar bo şermezariyê ku çavdêriya dibêjinê Komisyona Merg dikir li dawiya salên 1980an û fermanên kuştinê yên Ayetullah Xûmeynî cibicî dikirin, zêdetir ji 5 hezar zîndaniyên siyasî li Tehranê kuştbûn".

Dema ku Ebrahim Raisi weke serokê hilbijartî yê Îranê bihê ragihandin, ev dê bibe yekemîn serokomarê Îranê di sizayên Amerîka de ye û dibe serokomarê desthilatdar li Îranê.

XS
SM
MD
LG