Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Stenbul Rê Neda Rojnamevan Oxirkirina Parêzer Ebru Tîmtîk Bişopînin


Oxir kirina Ebru Timtik li Stenbulê
Oxir kirina Ebru Timtik li Stenbulê

Parêzer Ebru Tîmtîk ku berîya 238 rojan jibo dadweriyê li Tirkiyê dest bi rojîya mirinê kirîbû li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoy ya Dr. Sadî Konuk li Îstenbul’ê jîyana xwe ji dest da.

Li bajarê Stenbûl jibo Tîmtîk li Cemevî ya Gazî merasima oxir kirinê hat lidarxistin.

Berîya merasîmê polîsan dest danîn ser termê Tîmtîk û birin Sazîya Tiba Edlî (ATK) piştî re jî polîsan nehiştin rojnamêvan merasîma cenazêyê Tîmtîk bişopînin.

Parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan, Dayîkên Şemîyê, Dayîkên Aşitîyê, Komala Mafên Mirovan (ÎHD), Komala Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD) û gelek sazî û welatî tevlî merasîmê bûn.

Di heman demê de piştî mirina parêzer Tîmtîk li avahîya Baroya Îstenbul ya li Beyoglu’yê jî wêneyê Tîmtîk hat daliqandin û merasîmek ber avahîyê hat lidarxistin.

Cîgira serokê Baroya Îstenbul’ê Nazan Moroglu got ku, “Dikarîbûn pêşîya mirinê bigirin, lê ev nekirin” wê got.

“Em nizanin ku emê çawa bikarin bêhestiyarîya dewletê vebêjin, lê ev mirin wê hemî parêzeran hişyartir bike jibo tekoşîna dijî vê hiqûqê. Emê tekoşîna xwe bidomînin.”

Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îstenbul’ê Musa Piroglu jî axafî û got,

“Eger parêzerek jibo dadê bedenê xwe bide ber mirinê û jîyana xwe ji dest bide li vir gotin xilas dibe.”

Piroglu di domandina axaftina xwe de anî ziman ku, li Tirkîyê ewlehîya mafê jîyana tu kesî nemaye û got ku “Kesên imzaya wan di mirina Tîmtîk de hene, sibê wê hesabê vê yekê bidin.”

Piştî veşartina Tîmtîk malbata wê, sersaxîyan li Cemevîya Gazî qebul dike.

Li alîyek din Wezîrê Dadê yê Tirkîyê daliqandina wêneyê Timtîk yê bi baroya Îstenbul’ê şirove kir û got, "Nayê qebûlkirin baro bibin baxçeyê piştê yên komên marjînal û îllegal”

Piştî gotinên Gul baroya Îstenbul’ê jî destnîşan kir ku bêyî îzna wan wêneyê Tîmtîk hatiye daliqandin û wan bi xwe şûna wêneyê Tîmtîk ala Tirkîyê daliqandî ne.

Dîsa li alîyeke din ve jî hêjayî birxistinê ye ku parêzer Aytaç Unsal jî ev 209 roj in bi heman daxwazê bi daxwaza darizandina dadyane rojîya mirinê didomîne û rewşa tendirustîya wî jî her ku diçe xirabtir dibe.

Raporta Mem Botanî - Stenbul 29 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00


XS
SM
MD
LG