Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Jibo Parêzerên ku di "Rojîya Mirinê de ne" Bang li Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Kir


Selahattîn Demîrtaş
Selahattîn Demîrtaş

Sîyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Edîrne girtî ye, li ser Twitter’ê jibo du parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Parêzer Ebru Tîmtîk û Parêzer Aytaç Unsal yên ku di rojîya mirinê de ne bang li Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul kir.

Peyama Demîrtaş ya jibo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re wihaye; "Ji derveyî hemî fikrên siyasî, ji kerema xwe nehêlin mirovahî bimire. Cara yekan e, ez jibo hevkarên me ji siyasetmedarek daxwaz dikim. Ji kerema xwe bi vê mijarê re mijûl bibe. Bila parêzer Ebru Tîmtîk û parêzer Aytaç Unsal bijîn.’’ Wî got.

Tîmtîk û Unsal ji meha Nîsan’ê ve bi daxwaza darizandina dadyane dest bi rojîya mirinê kirîbûn û tendirustîya her du parêzeran her ku diçe xirabtir dibe. Tîmtîk ev 177 roj, Unsal jî ev 146 roj in rojîya mirinê didomînin.

Parêzer Yaprak Turkmen li ser rewşa tendirustîya Tîmtîk û Unsal got ku “Her du parêzaran jî gelek kîlo dane. Li ser laşên her duyan birîn derdikevin û tendirustîya wan ber bi xetereyê ve diçe” wê got.

Herwiha Turkmen behsa biryara girtina 20 parêzeran ku ew jî di nav de bû dijî hiqûqê dibîne û wiha got,

“Pêşîn 20 parêzer hatin girtin û paşê hemî parêzer hatin berdan. Lê piştre dijî prensîbên hiqûqê heyeta dadgeha hat guhartin û 12 hevkarên me careke din hatin girtin. Jibo parêzeran cezayên pir giran hatin dayîn. Jiber vê jî em bawer dikin ku ev biryar em difikirin ku pê dîrektîfê hatiye dayîn.”

Turkmen dibêje ku, ‘’Niha dosyaya parezeran li dadgeha bilind tê dîtin. Lê pewîste parêzer werin berdan û hiqûq were şixulandin.

Hêjayî birxistinê ye ku serokê Komela Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD)Selçuk Kozagaçlı û endamên komaleyê Aycan Çîçek, Aytaç Unsal, Barkin Tîmtîk, Engîn Gokoglu, Ayşegul Çagatay, Oya Aslan û Ebru Tîmtîk ji meha Reşemî’yê ve li girtîgehên cuda bi daxwaza darizandineke dadyane dest bi gireva birçîbûnê kirîbûn.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00


XS
SM
MD
LG