Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 210 Rojan Parêzer Unsal Liber Mirinê Ye


Prazer Unsal û Tîmtîk
Prazer Unsal û Tîmtîk

Parêzer Aytaç Unsal di rojîya mirinê de 210 roj li paş xwe ve hiştin. Unsal, bi daxwaza darizandina dadyane bi parêzer Ebru Tîmtîk re dest bi rojîya mirinê kiribû.

Tîmtîk di roja 238’an de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoy ya Dr. Sadî Konuk li Îstenbul’ê berîya 2 rojan jîyana xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Tîmtîk rewşa tendirustîya parêzer Unsal jî her ku diçe xirabtir dibe.

Parêzera Unsal, Ayşegul Çagatay ku berîya 2 rojan serdana Unsal kirîye dibêje ku, piştî mirina parêzer Ebru Tîmtîk di alîyê derûnî û tendirustîyê de rewşa wî jî xirabtir bû.

Herwiha Çagatay di domandina axaftina xwe de dîyar kir ku daxwaza Unsal ya darizandina dadyane dikare were bicîh anîn.

“Ev doz û dosya ji alîyê gelek hiqûqnas, serokên baroyan û gelek heyetên navxweyî û derveyî Tirkîyê hat şopandin û hat dîtin. Ev dosya ne dosyayeke neyê xirabkirin e. Jixwe jiber binpêkirina mafan divê ku were xirabkirin. Hemî parêzer di runiştîna yekê de hatibûn berdan. Lê bi mudaxaleyeke sîyasî careke din bi lez û bez hatin girtin”

Parêzer Çagatay destnîşan kir ku tevî hemî daxwazên hevdîtinan yên bi desthilata Tirkîyê re nehatin dîtin

“Hemî kesan bêhiqûqîyên di dosya dê dizanîn. Lê tiştek nekirin. Bêdengîya desthilatê, wezîrê dadê, wezîrê navxweyî û dadgeha bilind û serokomar bû sedema mirina parêzer Tîmtîk û berbirsyar jî ew in.”

Hêjayî birxistinê ye ku endamên Komala Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD) parêzer Aytaç Unsal û parêzer Ebru Tîmtîk ji 12 Îlon’a 2018’an de bi tawana ‘Endamtîya rêxistina terorê’’ di zindanê de dihatin girtin. Dadgehê ji Tîmtîk re 13 sal û 6 meh ceza birîbû, ji Unsal re jî 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû.

Piştî rewşa tendirustîya her du parêzeran derbazî asteke krîtîk bibû, her du parêzer jibo nexweşxaneyê hatibûn veguhestin.

Raporta Mem Botanî- Stenbul - 30 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00


XS
SM
MD
LG