Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzera Demîrtaş Dibêje Biryara Dadgeha Ewrupî Hemî Îdiayên Dijî Wî Pûç Kirin


Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî

Civata Mezin ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî îro derbarê serdana binpêkirina mafê Selahattîn Demîrtaş biryara xwe ragihand û ji hikûmeta Tirkîyê xwest ku Demîrtaş demûdest azad bike.

Demîrtaş, piştî biryarê li ser medya civakî daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

''Eşkere bû ku girtina me ne hiqûqî ye em bêsûc in. Herwiha eşkere bû ku rikeberên me kemînên sîyasî li hember me çêkirine ku ev jî sûceke giran e.”

Hevserokê berê yê HDP’ê bi berdewamî got ku ew biryar nîşan da ku li Tirkîyê sîstema dadwerî çawa bi destê hikûmetê hatiye ruxandin.

''Çar sal in em wek rehîneyên sîyasî girtî ne. Eb biryar em kêfxweş nekirine jiber ku nîşaneya têkçûna demokrasî û edaletê ye. Ne tenê ez berdelê didim, di heman demê de ev barê giran yê vê encamê li ser pişta 83 mîlyon gelê Tirkîyê ye jî.''

Parêzera Selahattîn Demîrtaş, Benan Molu ji Dengê Amerika re got ku biryara îro biryareke pir girîng û dîrokî ye jiber ku hemî îdiayên jibo girtina Demîrtaş pûç û vala derdixe.

''Dadgehê di biryara xwe de got ku gotarên Demîrtaş di çaroçveya azadîya ramanê de ne û jiber ku ew parlamanter bûye hatiye girtin. Ew bûye sedema binpêkirina mafê temsîlîyeta mirovên ku dengê xwe danê wî. Azadîya hilbijartinê jî hatiye şikandin.''

Molu dide zanîn ku dadgeh careke din gotiye ku girtina Demîrtaş jibo bêdengkirina opozîsyonê ye û jiber sedemên sîyasî, bi armanca bêdengkirinê ew hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye di 20’ê îlona 2019’an de di derheqa Demîrtaş de cara duyê biryara girtinê hatibû dayîn.

Molu bi bîr dixe ku biryara Civata Mezin biryara dawî ye û divê hikûmet wê biryarê bi cîh bîne û Demîrtaş berde.

Molu bal dikşîne ku ger Tirkîye biryara dadgehê bi cîh neyîne rê li ber derxistina wê ji endamtîya Konseya Ewrupa jî vedibe.

KHF_11_22_2020_ECHR_Demîrtaş_Azadî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG