Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ECHR Dibêje ku Tirkîye di Alîyê Binpêkirina Mafên Mirovan de Rêza Pêş de Ye


Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) rapora binpêkirina mafên mirovan ya 2018’an eşkere kir û tê de dîyar kir ku Tirkîye bi 140 bûyerên binpêkirina mafan de, di rêza duyê de cî digire.

ECHR dide zanîn ku rêjeya binpêkirina mafan, li gor salên berê 20 ji sedê zêdetir bûye.

Li Tirkîyê di sala 2016’an de bûyerên binpêkirina mafan 77 bû. Ew hejmar di sala 2018’an de hema du qat zêde bûye. Mafê xwepêşandanê û rêdeçûnê, mafê ewlekarî û azadîyê, rasthatina tevgera xirab ji van xalên binpêkirîna mafan çend xal in.

Rêvebirê navenda Komela Mafên Mirovan (IHD) Racî Bîlîci, bilindbûna rêjeya binpêkirina mafên mirovan bi desthilatîya Tirkîyê ve girê dide û îdia dike ku rejîmeke otoriterizmê li Tirkîyê heye.

“Tevî ku rapor Tirkîyê di rêza duyê de nîşan dide, bi nêrîna min Tirkîye di rêza yekê de ye jibo ku hin dosya jiber burokrasîya serlêdanê dereng digîhejin destê ECHR’ê. Bilindbûna van rejeyan girêdayî otorîterîzma Tirkîyê ye.”

Ji sala 1959’an, ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî hate damezirandin, hate 2019 an, Tirkîye ji alîyê binpêkirina mafan ve, cezayên herî pir xwarine û ew 3, 128 car hatiye mehkum kirin.

“Tirkîye tevî ku ewqas ceza digire, dîsa jî di binpêkirina mafên mirovan de qet paşde gav navêje jiber ku ECHR bandora xwe ser Tirkîyê nade hêst kirin. Tirkîye dibêje “ger ez ceza bixwim, ezê perê wê bidim û disa kiryarên xwe bidomînim.”

ED_07_17_2019_ECHR_Racî_Bîlîcî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00

XS
SM
MD
LG