Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ECHR: Divê li Civakeke Demokratîk Karanîna Vaksînê Mecbûrî Be


Daîreya Bilind ya Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) dîyar kir ku vaksîna mecbûrî divê li civakeke demokratîk hebe û serlêdanên ji Komara Çek red kirin.

ECHR 6 serlêdanên jiber ‘’binpêkirina xala 8’an ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa ya ser rêzdarîya bo jîyana taybet û malbatî’’ hatibûn kirin, nepejiradin.

Hin malbatên ku jiber nexweşîyan naxwazin vaksînan li zarokên xwe xin, piştî redkirinên dadgehên herêmî serî li ECHR dabûn.

Di ECHR de 16 dadgeran ser redkirina serlêdanan deng dan, lê bi tenê dadgerekî dîyar kir ku vaksîna mecbûrî binpêkirina xala 8’an e.

AFP ji zarê hiqûqnasan ragihand ku ew biryara ECHR dibe ku bo ser vaksîna vîrusa korona bibe biryareke ku wek mînak tê raber kirin.

Jiber ku Daîreya Bilind ya ECHR ew biryara ser vaksînan daye dijî wê rêka îtirazê tune.

XS
SM
MD
LG