Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Evdilla Civak: Di Nav Kurdan de Pêşî Min Çêkirin û Firotina Mîdye Kiriye


Li Tirkîyê li bajarên beravên behre, piranîya kesên ku mîdye difroşin Kurd in. Wan ew kar li Îzmîrê ji civata Yunanî û li Stenbolê jî ji Ermenîyan hîn bûne.

Evdila Civak berî 40 salan li Stenbolê, cara pêşî li ser erebokên livok dest bi firotina dolmeya mîdyeyan kirîye.

"Ez ji hoste Xemşoyê Ermenî fêrî çêkirina xwarina mîdyê bûm. Mîdye xwarineke taybet ya behrê ye. Di nav qalikê xwe yê hişk de goştê mîdye tama masîyan dide devê mirovan. Hem berhevkirin, hem şûştin hem pijandina mîdyeyan karekî gelek zehmet e."

Civak dibêje ku taxa Beyoglu ya Stenbolê bibû wek gundê wî jiber ku dema wî li wê derê bi mîdyefiroşî derbaz dikir.

Piştî ku Civak dest bi firotina mîdyeyan dike, gundîyên xwe jî fêrî çêkirin û firotina mîdyeyan dike. Bi vî awayî, li Stenbolê firotina mîdyeyan li ser dezgehên seyar dikeve destê Kurdên Mêrdînî.

Civak ku niha 83 salî ye, niha li gundê xwe Xurdîsa (Yaydere) ya Nisêbînê, bi malbata xwe re jîyana xwe didomîne.

KHF)10_18_201_E_Civak_Mîdye
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00

XS
SM
MD
LG