Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedema Binçavkirina Nûçegîhanê Dengê Amerîka yê Wanê Aslan Çi Ye?


Îro di destpêka serê sibê de polîsan li Wanê nûçegîhanê Dengê Amerîka (VOA) Arîf Aslan û du rojnamevanên din; Oktay Candemîr û Lokman Gezgin kirin binçav.

Ev biryara girtinê ji alîyê Serdozgerîya Komarî ya Enqerê ve hatiye dayîn. Piştî binçakirinê sê rojnamevan birin Midurîyata Emnîyeta Bajarê Wanê.

Parêzerê rojnamevanan li Midurîyeta Emnîyetê ligel rojnamevanan hevdîtin çêkir.

Parêzerê Arîf Aslan, Cîhat Durmaz ji Dengê Amerîka re ragihand ku ewî ji emnîyetê daxwaza sedama binçavkirinê kirîye û emnîyetê jî ragihandîye ku li ser dosyayê biryara nepenîtîyê heye.

“Ez çûm rêvebirîya polîsan ku sedama binçavkirinê bizanim. Lê ji min re gotin ku li ser dosyayê biryara nepenîtîyê heye û ti melumat nedan.”

Durmaz ragihand ku di dema binçavkirinê de polêsan dest daye ser komputîr û telefona Arîf Aslan jî.

Di warê resmî de jî hate ragihandin ku xeynî sê rojnamevanan bêtirî 10 kesên din yên sîvîl jî hatine binçavkirin

Wezîrê Karên Hindurîn Alî Yerlîkaya jî îro ragihand ku li 56 bajarî bi tevahî 147 kes hatine binçav kirin.

ED_27_02_2024_Arif_Arslan_Hurgili
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:35 0:00
XS
SM
MD
LG