Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Demokratik A Gelan di “Meşa Edaletê” de


Beşdarbûna Endamên HDP'ê di Meûa Edaletê de
Beşdarbûna Endamên HDP'ê di Meûa Edaletê de

“Meşa Edaletê” ku Partîya Gel ya Komarî (CHP) bi girtina parlementerê xwe Enîs Berberoglu ji Enqerê ber bi Stenbolê ve dabû destpêkirin di roja 19 an de bi beşdarbûna heyeta Partîya Demokatîk a Gelan (HDP) ya “sembolîk” didome.

Hevseroka HDP’ê Serpil Kemalbay, parlementerên wê Celal Dogan, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu, Feleknas Uca, Mîthat Sancar û siyasetvanê Kurd Ahmet Turk jî beşdarî Meşê bûn

Koma Partîya Demokatîk a Gelan (HDP) berya beşdarbûna meşê xwestin li ber girtîgeha Kandirayê ku hevseroka berê ya HDP Fîgen Yuksekdag tê de ye daxuyanî bidin lê rastê astengîya Fermandarên Tirk hatin

Heyata HDP û serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu û alîgiren wî li bajarê Kocaelîyê giştin hev û HDP bi “Sembolîk “ bi CHP yê re meşîya. Sîyasetvanê Kurd Ahmet Tirk Beşdarbûna HDP ya “Sembolîk” ji Dengê Amerîyê re nixand.

Ahmet Tirk dibêje, edalet divê ji bo gelê Kurd ku ewqas di bin zilmeke giran de ye jî bê xwestin. Herwiha Parlemeterê CHP’ ê yê Hatayê Hîlmî Yarayici jî ji Dengê Amerîkayê re beşdarbûna HDP’ê ya “Meşa Edaletê” nirxan û got, beşdarbûna Partîya Demokratîk a Gelan “sembolîk” be jî ji bo me pir bi wateye.

Hêjayê gotinê ye ku “Meşa Edaletê” nêzê Stenbolê ye û li gor bernameya CHP’ dê di 9 ê Tirmehê de bi Mîtîngeke mezin bigjin Stenbolê. Her ku meş nêzê Stenbolê dibe berşdarbûn jî zêde dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG