Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan li Stenbol'ê Herî Kêm 32 Nobedarên Edaletê Desteserkirin


Polîsan Xwepêşander û Nobedarên Edaletê li Stenbolê Binçav Kirin
Polîsan Xwepêşander û Nobedarên Edaletê li Stenbolê Binçav Kirin

Xizmên girtîyên nexweş û girtîyên ku înfaza wan hat şewitandin di Nobeta Edaletê ya li Kadikoy’ê bûn armanca tundîya polîsan û Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbol’ê Ferhat Encu jî di nav de herî kêm 32 xwepêşander ji alîyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Ev nobet ev saleke didoma û nobet roja Yekşem’ê bi pêşengîya malbatên girtîyan, endam û rêvebirên Komela Piştevanîya bi Malbatên Girtîyên Marmara (MATUHAY-DER), Komela Piştgirî û Piştevanîya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatolîya (ANYAKAYDER) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bi meşeke girseyî li Kadikoy’ê dihat bidawîkirin.

Lê polîsan zele li Hevserokê HDP’ê yê Stenbol’ê Ferhat Encû xist û ew jî di nav de kesên tevlî meşê bibû bi awayekî tund hatin desteserkirin.
Herwiha kameramanê Arti TV’yê Mehmet Zekî Kaya jî hat desteserkirin ku ew piştre jî hat berdan.

Piştî vê yekê Hevseroka HDP’ê ya Stenbol’ê İlknur Bîrol di derbarê Encu de axifî û wê jî dîyar kir ku dîmenên îro yên tundîya hêzên ewlehîyê de rejîma zext û êrîşên faşîst ên Tirkîyê dixe berçavan.

"HDP partîya 3’yan ya herî mezin a Tirkîyê ye û Encu jî vîna vê partîyê û vî gelî li vî bajarê mezin temsîl dike. Polîs bi dijûn û zele rasterast mafêke qanûnî û mafê xwe îfadekirinê asteng dike. Em vê êrîşê qet qebûl nakin û gel dê bersiva vê êrîşê bide." Wê got.

Bîrol di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman û got ku ev êrîşên polîsan yên li Stenbol’ê yên di demên dawî zêde bûne girêdayî axaftinên Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu û girêdayî zimanê tund yê sîyasetê ye.

"Bi van êrîşan tê xwestin ku bandora HDP’ê ya di qada sîyaseta Tirkîyê de were kêm kirin û ji gel were dûrxistin. Gavek piştî van êrîşan armanc hemî opozîsyona Tirkîyê ye. Bi rêya dadgeh û hêzên ewlehîyê hem dixwazin opozîsyonê dîzayn bikin hem jî dixwaze opozîsyonê ji hevdu dûr bixin." Wê got.

Li alîyekî din ve jî hêjayî birxistinê ye ku sibe Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê di derbarê vê mudaxaleya tund ya polîsan ya dijî malbatên girtîyan û Encu dê li avahîya xwe ya li taxa Kadikoy Stenbol’ê preskonferansekê lidar bixin.

Raporta Stenbolê 18 12 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00
XS
SM
MD
LG