Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Roja Lêxweşbûnê 10 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Li Roja Lêxweşbûnê 10 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin
Li Roja Lêxweşbûnê 10 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin

Karbidestên Sûrî dibêjin, ew bi efûyeke jibo Eyda Qûrbanê pirtir ji 500 girtîyan azad dikin.

Daxuyanîya hikûmeta Sûrî ya azadkirina 533 girtîyan li vê demê hat ku hêzên ewlekarîyê eciqandinên xwe didomînin û 4 rojên ser hev êrîşî taxa Baba Amr ya Himûsê dikin.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê roja Şemîyê, bi kêmî vê 10 kes li bajarê Himusê kuştin.

Bizavkarekî hevrik yê bi navê Hadî Abdullah ji El Cezîreyê re got, bi hewilên we yên vê dawîyê hikûmeta Sûrî tevahîya dinyayê dixapîne û berdewam bi topan êrîş dibe ser taxa Baba Amr.

Bi alîyekî din ve, Serokê Yekîtîya Ereb Nebîl Elarabî tundî û tûjîya berdewam şermezar kir. Wî hişyarî da Şamê ku şertên plana aştîyê cîh bîne da ku encamên pir xirab dernekevin pêş.

Li gorî lêxweşbûna wezareta navxweyî ya Sûrî, kesên ku xedîyê çekan bin, lê ji kuştina kesekê ne berpirs bin, wê bêne efû kirin eger xwe radestî hikûmetê bikin.

Demeke kurt ya piştî wê daxuyanîyê, berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Victoria Nuland bang li Sûrîyan kir ku pêşnîyarê qebûl nekin.

XS
SM
MD
LG