Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Xwepêşanderan li Sûrîyê Berdewam e


Leşkerên rejîma Sûrî li bajarê Homisê.
Leşkerên rejîma Sûrî li bajarê Homisê.

Serkutkirina xwepêşanderên dijî hikûmetê li Sûrîyê berdewam e û roja Yekşemê xwepêşanderên din hatin kuştin.

Li bajarê Homis, li naverasta welatî, herî kêm sê kes li yekemîn roja Cejna Qurbanê hatin kuştin.

Li gorî çalakvanên opozisyonê, ev pênc roj in operasyona leşkerî li wî bajarî berdewam e.

Homis, navenda serhildana li dijî serokê Sûrî Beşar El Esed e.

XS
SM
MD
LG