Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dehan Kuştî û Birîndar di Topbaran Efrînê de


Topbaran Erfrînê
Topbaran Erfrînê

Bajarê Efrînê şeva çûyî bi çend moşekan hate topbaran kirin, di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Di nava cihên hatine topbaran kirin de nexweşxaneya Avrîn hebû, ku piştî destdanîna Tirkîyê li herêmê navê wê veguherîn nexweşxaneya El-Şîfaa.

Dor vê bûyerê, kê pêk anîye û armanc jê çi ye, rêvebirê giştî yê Ajansa North Press Şêrwan Yûsiv ji Dengê Amerîka re axivî.

Rojnamevanê North Press Şêrwan Yûsiv
Rojnamevanê North Press Şêrwan Yûsiv

Wî dîyar kir ku destê Tirkîyê di vê êrîşê de heye û hizra xwe wiha şîrove kir: "Dema ku êrîş pêk hat, tavilê seferberîyek ragihandinê û daxuyanîyên sîyasî ji alîyê Tirkîyê ve derketin, weke nîşan ku her tişt amadekirî bû".

"Sedema din jî teknîkî ye, ku topbaran bi ewqas hûrbînî pêk hatiye, di demekê de ku Tirkîyê bi awayekî hişk ewlekarîya Efrînê kiriye dest xwe, ku çi tevger bi hêsanî nayê kirin", Yûsiv bi berdewamî got.

Li gor agahîyan jê 6 kes şênîyên Efrînê ne bi gitşî 22 kes di topbaranê de hatin kuştin, ku yên din Erebên niştecîkirî ne, herwiha 32 kes jî birîndar in.

Herçendî ku tu alî ev topbaran negirtiye ser xwe, lê Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku hêzên rejîma Sûrî ew pêk anîye.

Li alîyê din çapemenîya Tirkî û ya bi ser komên çekdar ve îdîa kirin ku Hêzên Sûrîya Demkratîk topbaran pêk anîye.

Dor van angaştan Şêrwan Yûsiv wiha dibêje: "Berî hevdîtina wî bi serokê Amerîka Biden re, Erdogan dixwaze hin kaxezan dest xwe de bibe, ku fişarê li Amerîka bike û Tirkîye weke hêzeke ewlekarîya deverê nîşan bide, herwiha HSDê tewanbar bike, lê hemû nîşane xuyan dikin ku her tişt bi zanebûn hatiye kirin".

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mezlûm Ebdî di twîtekê de tekez kir ku, çi têkilîya hêzên wan bi topbarana Efrînê re tune ye.

Herwiha Ebdî ew topbaran şermezar kir û da zanîn ku armanckirina nexweşxaneyan binpêkirin ji qanûna navdewletî re ye.

Raporta Efrînê- Newroz Reşo 13 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG