Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî eşkere gefên xwe li kurdên Sûriyê kirîye, ku ewê bi leşkrî derbasî Efrînê bibe. Ji aliyê xwe ve jî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û hêzên kurdî ( YPG-YPJ) ragîhandin, ku ew berevaniyê di ber Efrînê de bikin. Lê ji aliyê siyasî ve, rexne li Encûmena Kurdî li Sûriyê (ENKS) û helwesta wê dibin. Gelo çima ev rexne li ENKSê dibin, û çima helwesta siyasî ya kurdî hîna lawaz û ne yek-rêz e di derbarî Efrînê de?
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mecîd Mihemed re kir, li ser rewşa Efrînê û helwestên siyasî di derbarî wê de.
Birêz Mecîd dibêje: "Têkçûna Efrînê li ser destê Tirkiyê, wê têkçûna Kurdistan Sûriyê be, ji ber Tirkiyê dixwaze desthilat kurdî li bakurê Sûriyê têk bibe û cihê xwe li wir bigre"
Her wiha jî, birêz Mecîd li ser helwesta siyasî ya (ENKS) di derbarî Efrînê de got, ku helwesta (ENKS) ne zelal e, û divê ku ew xwedî li Efînê derkeve û cemawerên xwe daxîne kolanan ji bo piştevaniya Efrînê, ofêsên xwe ji Stanbûlê derxêne û bibe herêma Kurdistanê, wekû nerazîbûnê li ser van êrîşan.
Di dawiyê de got, ku yekrêziya siyasî pêwistiyek mezin e ji tevegra kurdî re li Sûriyê, û dibe ku bûyera Efrîn, vê yekrêziyê ava bike.