Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrinî ji Dîyaloga Alîyên Kurdî Çi Dixwazin?


Kombenda Efrîn ya Civakî
Kombenda Efrîn ya Civakî

Piştî ketina rejîma Beşar Esed û hatina Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ)ê li ser desthilatê, dîyaloga di navbera alîyên Kurdî de dîsa ketiya rojeva sîyaseta Kurdên Sûrîyê ku yekrêzîya mala Kurdî pêk were û li ser nêrîneke hevbeş lihev bikin.

Hin çalakvanên Efrînî bi baldarî vê dîyalogê dişopînin û dixwazin ku doza herêma wan neyê paşguh kirin û cîhê xwe di rojeva alîyên dîyaloga Kurdî de bigire.

Nivîskar Mihemed Hemo dibêje ku wî di belge û nêrîna alî û partîyên sîyasî de tiştekî berçav jibo çareserîya rewşa Efrînê nedîtiye ku pirtir bi herêmên rojhilata Feratê ve mijûl in û ev yek jî Efrînê derveyî doza Kurdî ya li Rojava dihêlin.

"Eger projeyeke alîyên sîyasî jibo Efrînê tunebe ev kêmasîyeke mezin e ji Rojava re, jiber ku Efrîn ji alîyên cografî, civakî û aborî ve gelekî girîng e. Divê alîyên sîyasî projeyekê jibo Efrînê amade bikin û pêşkêş bikin, eger ew nikaribin vê yekê bikin, wê demê gerek e Efrînî bixwe li xwe xwedî derkevin", Hemo got.

Tê zanên ku Tirkîyê û komên çekdar yên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûrî" ji sala 2018'an de herêma Efrînê dagir kirine, piranîya gelê wê derbider bûne û li gor raportên hiqûqî binpêkirinên berfireh ji mafên mirov re li herêmê diqewimin.

Di vê derbarê de nivîskar û lêkolîner Welîd Bekir dibîne ku rewşa Efrînê taybet e, loma pêdivî bi nêzîkatiyeke cuda jibo wê di siberoja Sûrîyê de heye û gereke alîyên Kurdî di danûstandinên xwe de berçav bigirin.

"Divê vegereke aram û biewle hebe, mafên gelê Efrînê weke hemû gelê Sûrîyê temam bin, mafên civakî, çandî û netewî, herwiha mafê rêveibrîyê ku herêma xwe birêve bibin û di parastina wê de başdar bin daku careke din rastî binpêkirin, zordestî û dagirkirinê neyên. Gereke misogerî di destûrê de hebin çimkî xwedî taybetmendîyên civakî, çandî û netewî ne", Bekir got.

Cîhê bîrxistinê ye ku hewla jinûve destpêşkirina dîyaloga di navbera her du alîyên Kurdî de anku PYNK'ê û ENKS'ê dîsa tê kirin ku fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û nûnerên Amerîka û Fransa li herêmê, herwiha roleke serokê PDKê Mesûd Barzanî, cîh di van hewlên dîyalogê de digrin.

Her du alîyan cara dawî di sala 2020'an de li ser hin nêrînan lihev kiribû, lê dîyaloga wê demê bi serî nebûbû ku li gor hin zanyarîyan di wê dîyalogê de her du alî derbarê Efrînê de nebûne xwedîyên heman nêrînê.

Efrînî Û Diyaloga Aliyên Kurdî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG