Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nesrîn Abdulla: Şervana Brîtanî li Efrîn Jiyana Xwe ji Dest Da


Anna Campbell
Anna Campbell

Jina şervan ya Brîtanî Anna Campbell ya ku, tevlî nava refên yekîneyên Kurdan bûye li Bakurê Sûriyê û li herêma Efrîn li hember êrîşên Tirkiyê şer dikir, jiyana xwe ji des da.

Peyvdara Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê, Nesrîn Abdulla ji ajansa Frans Press re gotiye Anna Campbell ku, di nava yekîneyên kurdan de li dij êrîşên Tirkiyê şer dikir, heftiya bûrî jiyana xwe ji dest daye, "Ew roja 15 Adarê 2018an, di bombarana artêşa Tirkiyê de, ya ser bajarê Efrîn hatiye kuştin".

Nesrîn dîsan dibêje "bo giyan ji dest dana Anna Campbell doh pêzanîn gihane wan, nûçeya giyan ji dest dana wê gihaye daybabên wê li Brîtanya", Campbell ji herêma Lewes ya Rojhilatê Sussex e.

Anna Campbell di nava revên YPJê de weke Hêlîn Qereçox sihat naskirin, Gulana sala 2017an tevlî Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê bûbû, wê qet beşdarî di eniya şer de nekir bû, heta şerê Efrînê, wê îsrar kir ku beşdar bibe, weke Nesrîn Abdulla dibêje.

Tirkiye û grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî, roja 20 meha Çile dest bi êrîşên ser herêma Kurdan Efrîn li Bakurê Sûriyê kir bûn, nêzîkî du mehan kêşa heta roja Yekşemê 18î Adarê hêzên artêşa Tirk û grûbên hevpeymanên wê gihane navenda bajarê Efrîn.

Sedan şervanên biyanî tevlî YPG'ê û YPJ'ê bûne, pirniya wan beşdarî di şerên li dij grûbên Cîhadî de kirine li Sûriyê, herweha gelek ji wan beşdarî şerên li Efrînê yên li dij artêşa Tirkiyê bûne, du şervanên din yên biyanî li Efrîn li meha Sibatê jiyana xwe ji dest dabûn, welatiyê Fransî Olivier Francois Jean Le Clainche (41 salî) û welatiyê Îspanî Samuel Prada Leon (25 salî).

XS
SM
MD
LG