Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topbarana Artêşa Tirk li Ser Efrîn'ê Kuştî û Birîndar Hene


Topbaran Artêşa Tirk liser Efrînê
Topbaran Artêşa Tirk liser Efrînê

Şeva borî artêşa Tirk careke din bi dijwarî gundên Efrînê li navçeya Şera û Şêrewa û yên Herêma Şehba bi dehan top û mûşekbaran kirin.

Di encama van êrîşan de, sîvîl bûne qurbanî, li gundê Cilbirê yên navçeya Şêrewa 4 kes birîndar ji wan jin bûn.

Zarokê birîndar li Efrînê, yek ji qûrabniyên topbaran Artêşa Tirk
Zarokê birîndar li Efrînê, yek ji qûrabniyên topbaran Artêşa Tirk

Herwiha li gundê Kefer Anton yê herêma Şehba, topên artêşa Tirk li malên sîvlan ketin, di encamê de malbatek bûye qurbanî dayîkek û 2 zarokên wê jiyan xwe ji dest dan û 6 kesên din bi giranî birîndar bûn, birîndar rakirina nexweşxaneya Avrîn li Efrînê.

Rêvebirê nexweşxanê Dr. Xelîl Sebrî ev agahî gotin: "Ev çend roj in topbarana artêşa Tirk zêde bûye, di encamê de sîvîl dibin qurbanî, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 birîndar bûn piranî jin û zarok in".

Rêvrbirê nexweşxaneya Avrîn eşkere kir ku ti kesekî leşkerî nehatiye nexweşxanê û piranîya qurbanîyan sîvîl in.

"Em dixwazin dewleta Tirk topbarana ser kantonê rawestîne, çimkî zirara mezin dighe sîvîlan, herwiha gundên Efrînê bi welatîyan dagirtî ne, çimkî penaberan ji hemû Sûrîyê berê xwe dane Efrînê" Dr. Sebrî dibêje.

Hêjayî gotinê ye ku, artêşa Tirk di nava axa Sûrîyê de li herêmên navbera Efrîn û Minbicê de bi cih bûye, û di dema borî de hatîe ragihandin ku ewê operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne.

Topbarana Artêşa Tirk liser Efrînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00

XS
SM
MD
LG