Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê Rewşa Dawî ya Mafê Mirovan Çi Ye?


Sazîya Mafê Mirovan ya Efrînê daxuyanîyek dor zêdegavî û binpêkirinên mafê mirovan ku li Efrînê diqewimin da bîragiştî.

Di daxuyanîyê de kiryarên artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê ji dema destdanîna ser Efrînê de, ta dawîya sala 2019'an kirine û sazîyê kanîbûye wan belge bike, hatin ragihandin.

Daxuyanî kiryarên Tirkîyê û çekdaran bi paqijkirina nijadî bi nav kir û ew bi guherîna demografîya herêmê tawanbar kir.

Endamê Sazîya Mafê Mirovan ya Efrînê Cebrayîl Mustefa ji Dengê Amerîka re got ku wan tenê 30 ji sedî binpêkirinan belge kirine.

“Em bi zehmetî xwe digîhînin bûyerên ku li hindurê Efrînê rû didin jiber ku şênîya bajêr ditirse ku agahîyan parve bike. Di rastîyê de reftarên xirab û binpêkirinên mafê mirovan gelek pirtir in.”

Mustefa dide zanîn ku wan 543 bûyerên kuştina sivîlan belge kirine û ji wan 100 jin û zarok in.

“54 kes ji jiber êşkenceyê jîyana xwe hinda kirine. Dîsa, 60 bûyerên destdirêjîyê li dijî jinan hatine kirin û gelek kes jî hatine revandin. Me kanîbû ku pirtir ji 6 hezar bûyerên revandina sivîlan belge bikira.

Mustefa bal kişand ku heta niha çarenivîsa 3300 rûniştvanên Efrînê ne dîyar e.

Derbarê zarara ku giheştiye aborîya Efrînê, Mustefa dîyar kir ku bi deh hezaran zevî û darên zeytûnan hatine birîn yan şewtandin, herwiha berhema zeyt û zeytûna Efrînê hatiye talan kirin.

“Cihên şûnwarî li Efrînê rastî dizînê hatine, li Nebî Horî, Eyndarê û Mar Maron, herwiha cîhên pîroz yên ola Ezîdî û mezargehên wan jî hatine rûxandin. Zimanê Kurdî tê qedexe kirin, navên gundan, dibistanan û qadên sereke hatine guhertin.”

Wî bi berdewamî got ku li komên çekdar dibistanên olî li herêmê vekirine û tê de hizrên tundrê belav dikin.

Mustefa di dawîta axaftina xwe de bi bîrxist ku artêşa Tirk di êrîşên xwe yên ser herêma Şehba û devera Şêrewa didomîne.

“Şehba û Şêrewa 102 caran hatine topbaran kirin û di encamê de 41 kesên sivîl jîyana xwe hinda kirin û 78 kes birîndar bûn. Herî dawî jî komkujîya li Til Rifetê çêbû ku tê de 8 zarok hatibûn kuştin”.

XS
SM
MD
LG