Piştî lihevhatina navbera YPG û ketîbên wek Cebhe Şamiyê- Sqor el-Cebel-Feyleq el-Şam, şer li derdora Efrînê sekinî û du rojên dengê pêvçûnan û peqînan nayê bihîstin.
Lê, taxa Şêx Meqsud ya li Helebê ku piranîya rûniştvanên wê Kurd in, berdewamî dibe armanca êrîşên hawanî ya Ehrar Sûrîyê.
Piştî agirbestê, ambargoya ser Efrînê jî hat sekinandin û di rêyên serekî yên Efrînê re sotemenî û pêdiviyên jiyanê derbasî herêmê dibin.
Berdevkê Fermî yê YPG, Ferat Xelîl dibêje, demeke dirêj e hewildanên wan jibo vekirina rêyên Efrînê hebûn.
“Jibo hesankirina jiyana welatiyan, xencî Cebhet el-Nusra û alîgirên wê, grubên ji Artêşa Azad dixwazin şer bisekine. Niha hinek ketîbeyîn wek Ehrar Sûrîye tev li hevhatinê nebûn û niha êrîşî taxa Şêx Meqsud dikin.”
Tê zanîn ku Kantona Efrînê sê salan vir ve di bin dorpêçkirinê ye û ew jî şertên jîyanê gelek çetintir kiriye. Di aliyekî de dewleta Tirkiyê razî nabe deriyekî mirovahî bê vekirin, di alîyekî din de rêkên Ezaz û Îdlibê din bin kontrola Nusra û jimareke komên din yên tundrê ne.
Hêjayî gotinê ye, ji do vir ve nirxê tiştan li bazarê Efrînê daket û hemwelatî jinûve diherikin suk û çarşîyan ku pêdivîyên xwe peyda bikin.