Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Piştgirîya Efrînê li Londonê Meşek li Dar Ket


Li gelek bajarên cîhanê bo piştgirîya Efrînê û protestokirina operasyonên Tirkîyê meş têne li dar xistin.

Bi dehan kesên do Yekşemê li Londonê kom bûn, Tirkîye jiber operasyonan dijî Efrînê protesto kirin.

Xwepêşandaran, di destan de flamayên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi sloganan bang li hikûmeta Brîtanya kir ku dijî Tirkîyê bertekan nîşan bide.

Xwepêşandar bi sloganan ber bi Kolana Downingê, ku ofîsa hikûmeta Brîtanya li wir e, meşîyan û piştî daxuyanîyê belav bûn.

XS
SM
MD
LG